Gundê min
Gundê min çend şirîne
Dewr û ber lê kanîne
Zozane û feraşîne
Wek wê nînin dil veker
XXX
Gundê min seyrangehe
Bo evînê fêrgehe
Bo xebatê bingehe
Tevde karkerin rêncber
XXX
Gundê min gelek rindî
Sîpanê tim bilindî
Xecok û Sîyamendî
Tu behiştî seranser
XXX
Welatê min çuwar dîwar
Dergê asin û sêdar
Dujmina dilê te xuwar
Bi derav kirîn tev der
XXX
Te nahêlîn bê xudan
Rez û bax û daristan
Destên pîsêyn neyaran
Nahêlîn li çu dever
XXX
Warê jîyan û vînê
Werin da em biçînê
Seyrana xuweşkin jînê
Kesk û spî û sor û zer
XXX
18.02–1984 Sêmêl / Kurdistan
Bengîn Sulîvanî