Dê zivirim

Dê zivirim
Ez Rêvîngim
Dê şeqînim rêka dirêj
Ez Rêvîngê
Xwastina bejna Zeynê me
Bila lpêşya min de hebin
Çwar kelemok
Xem pê nîne
Dê dime ser
Çunke ji rihêt
Xwînê
Ez dê avdim lêvên Zeynê
Hemî rêka dê kime ker
Xem pê nîne kêste û nişter
Dê dime ser
Dê dime ser
Ez Rêvîngim
Çi lrojhelat û RojAva
Çi li Jêr û
Çi ber bi Jor
Min daye rê
Kihêla boz
Çu pesar lê nabin aloz
Rêvîngê pêlêt pêlanim
Nêzîke dem
Dê zivirim
Bîke (Buke) Zeynê
Dê pişkurim
Zeyno şirîna dilê min
Hemî bi te dil vekerin
Ew demê te
Bi xemlînim û bi xwazim
Keyf û şahî û aştîye
Li ber dergehê tev malan
Ronahîye
Azadîye
Perçema te bilind dikim
Zeyneba min
Roje, seyrane û xweşîye
Ez rêvîngim
Dê zivirim
Bi xwîna xwe
Dê te kirim
Bi serbestî
Dê ramûsim Wan lêvên te
Her û her ez Dê zivirim
Dê zivirim
Dê zivirim
XXXXX
13.10-1984 Sêmêl
Bengîn Sulivani
Facebook
Twitter
LinkedIn
Email
Scroll to Top