Soz û peymanê di dim
Erê gelo…
Ma nizanin!!
Çend min parçe parçe bikin
Goştê min jhev…
Belav bikin
Hestîkên min huyr huyr bikin
Ew neşên derya evînê
Lmim hişk bikin
Lmin çik bikin.
Erê gelo…
Ma nizanin!!
Peyva min lgel wan rêk nabît
Xuwîna min lgel têkil nabît…
Têkil nabît!!
Çawa di vên…
Bi zordarî
Bi wan destên gemar girtî
Keda xuha min bi mêjin
Keda pale û cotyaran
Bixun… bixun û lê bkerifin
Mafê wana hinda bikin
Hinda bikin.
Erê gelo…
Çawa dê lgel gunehbara
Lgel faşîsta
Lgel zordestên kedxuwar
Lgel Hêtler û Mosolîna
Lgel Batista
Bime heval
Dê bime dost!!?
Di bêjim çwcara lêve nabim
Çend min parçe parçe bikin
Di deryayeka bê binda
Binav bikin
Li berîyê lnav xîzîda
Cegera min şeq şeq bikin
Min lnav gola
Qîra reşda bi çiklînin
Lêve nabim
Lgel koma zordestan
Destek nabim
Heval nabim
Heval nabim.
Sond di xum bi xaka zêrîn
Bi navê te yê pir şêrîn
Doza xuwe bernadim
Ew doza lmin buye evîn
Li pey di çim ta bistînim
Ta bistînim
Da pişkurînê lser lêvên
Zarokên kurdan biçînim
Ew zarokên ji mêjwere
Ruys û xuwas û birsî
Rondkên çavan xuwîna zelal
Lser ruykên jar
Hatîne xuwar
Ewên buyne komek hestî
Li bin dest û pên çav sora
Mayne jkestî!!
Vêce gelo…
Vêce gelo
Werin çav bidinê
Van çepela
xuwîna zarokên dayka min
di kine mey û vedixun
tu dbê hirçin
tu dbê gurgin
dev bi xuwînin
herdem yên ser xuweş û dînin!
Çawa gelo…
Dest dahêlim
Dirinde pêkolê dikin
Di vên bi sojin
Buhara min
Di vên bi kujin
Bawerên min
Di vên nehêlin
Navê min lser ruyê zemîn.
Çawa gelo lêve bibim!!
Ne… ne çucar lêve nabim
Li soza xuwe
Dê bizivim
Lêve nabim
Lgel xuwîn mêja
Heval nabim
Heval nabim.
XXXXX
Zaxo/Kurdistan 09.11-1984
Li çendan ahing û bîrewerîyên Neteweyîda hatîye xuwandin.
Bengîn Sulîvanî