Tembura min
Lêde lêde tembura min
Awaz ji xuwîna sora min
Bi nalîne wekî xabur
Bajo Gemî û Papora min
XXXXX
Rênîngê deşt û Çîya me
Ez hilgirê kovana me
Evîndara min ya duwîre
Lewra jar û bê kes mame
XXXXX
Li ber swîlava sazvanim
Li ber Pezî ez Şivanim
Lêdidim stiran û awaza
Lo birano ez rêzanim
XXXXX
Tembura min bnav û denge
Evîna xortê pêşenge
Kiç û kur werne dîlanê
Êvare zuwîbin direnge
XXXXX
Lêde lêde Tembura min
Hat dîlanê dilbera min
Mendehoşim bo wan çava
Ji mêjwere Nazdara min
XXXXX
Bengîn Sulivani
Gundê Asîyê / Defera Silêvaney-ya 20.11–1984
Honermendê hêja Hesen Şerîf di kasêta xwe ya yekanda stirandîye