Hey dunya
Dayê birîndarim
Ez pir kovandarim
Bê lîs û aqarim
Dunyayê hey dunya!!
¤¤¤¤¤
Nexoşim bêçarim
Tev êşa ez xwarim
Bê avahî û warim
Dunyayê hey dunya!!
¤¤¤¤¤
Jkulu û derdan heval
Barî xwîna zelal
Ji çavên pir şepal
Dunyayê hey dunya!!
¤¤¤¤¤
Bo dengê te nayê
Bo pejna te nayê
Pir hejarê dayê
Dunyayê hey dunya!!
¤¤¤¤¤
Eve çi buhare?!
Ya bê dost û yare
Dujmin lê dijware
Dunyayê hey dunya!!
¤¤¤¤¤
Bde min carek peyman
Êdî hew perîşan
Da em bibîn rêzan
Dunyayê hey dunya!!
¤¤¤¤¤
01.04-1985 – Sêmêl
Bengîn Sulivani
Honermendê rêzdar û kurdperwer hêja Hesen Şerîf
di kasêta xwe ya yekande – 1985ê stirandîye.