Heyho Gelo

Heyho Gelo

Heyho gelo
Xelk ji bo bîrhatina dayîk buna xuwe
Ahinga û şahîya dikin
Cejnasersal û buhara
Seyrana û dîlana dikin
Lê Welat evro ez…
Girî û şînî dikim!!
Bîrhatinên min hemî bun
Tazî û şînî
Dayîk bunu jîyana min
Derbederî
Tum li ser serê gelê min…
Tev corên bumbe û unqodî
Li ser serê tev zarokên
Dayka min
Napalm û çekê jehrawî
Çekê jehrawî
Hey zulm û zor
Hey zulm û zor
Bêjin ka mafên mirovan!!!
Hey ewrên reşek û tarî
Evro me heye gazinde
Ji tev rêkxirawên
Mafdarên mirovan
Ji dam û dezgayên
Tev gelên yekgirtî
Gunehên faşîstên serhov
Bi berjewendîya taybet
Bi dolaran…
Têne nixamtin
Têne nixamtin!!
Kanî mafê mirovan?!!
Eveye mafê mirovan!!
Helebçe evro banê wê
Reşe u tev temedumane
Li dar û beran jî…
Evroke fermane
Nalenala tev zarokan
Di firîte ber asmana
Hey felekê…
Lme xaînê
Lme xaînê
Di vên li me bibirhînin
Şeng ezmane
Kelekela
Havîna heştê û heştê jî
Li me bu şînî û giryane
Şînî û giryane
Hêroşîma…
Nakazakî
Mêzekin evro Kurdistan
Tevde bi rengê we mane
Tevde bi rengê we mane
XXXX
Bengîn Sulivani
Amed / Dîyarbekir 03.10-1989
Li sala 1989 dengbêj Amed Bamernî di kasêta xuwe ya yekanda stirandîye
Facebook
Twitter
LinkedIn
Email
Scroll to Top