Gelo kîye yê nezan?!
Hindek hene koleder
Mejî hişkin wekî ber
Dil sar û ser germin her
Gelo kîye yê nezan?!
XXXX
Serserîne bi sergoş
Dil gemarin pir nexoş
Her ewin yên gulfiroş
Gelo kîye bê wijdan?!
XXXX
Bi lixav û bi Kurtan
Di hirin wekî keran
Ser mestin xuwelî seran
Gelo kîye yê nezan?!
XXXX
Serserkî diçin kevran
Dema rabîn serpîyan
Lênînin zanayêt rîyan
Gelo kîye bê wijdan?!
XXXX
Pir sivikbum li gel wan
Xizmet karbum her bo wan
Dilvînbum bo doza wan
Gelo kîye yê nezan?!
XXXX
Min daye wan ronahî
Lcihê şînê bken şahî
Da peydabkin tenahî
Gelo kîye bê wijdan?!
XXXX
Min dvîya bjîn wekî hevî
Tev xudan maf û Zevî
Derbasbin jdevê Hovî
Gelo kîye yê nezan?!
XXXX
H.V.: Bengîn Sulîvanî
12.12-1989 Amed (Dîyarbekir)