Xatwîn

Xatwîn
Xatwînê
Rojek hat
Lber derazînka xanyê mere
Bi lez borî
Pepîk kirim lvê…
Cîhanê
Roja pir
Pir dijwar
Di dwîvre
Bu ba û bahor û babelîsk
Kanî tev şêlandin…
Xanimê
Dilê min
Vî hejarî keland
Gerden li te xeland
Şirîna kovandar
XXXXX
Xatînê
Hey lê lê narînê
Dê rabe
Bi nêre lhalê min
Xem û kovana cergê min xwar
Dê rabe
Canê da brevînîn êşa
Ji ser lêvên birîndar
Bibe harîkar lvê evînê
Da pir bikeyn berperên jînê
Ji dastana
Da lber
Sîbera xanyê xwe
Bi mînîn
Bi rwînîn
Em tevde dost û yar
Em dost û yar.
15.10-1985 – Sêmêl
L rojnama Iraq derçoye 22.01-1986ê jimare 3036
                        Bengîn Sulivani
Facebook
Twitter
LinkedIn
Email
Scroll to Top