Pêta Evînê

Pêta Evînê

Ji Taxa me û wêve
Min can dîtbu bi rêve
Got lawo zbextête me
Dîyarbe jevro wêve
####
Gurya Agrê Evînê
Kefte dilê min Zînê
Min dnavda ne Sojîne
Jtere pawanim ljînê
####
Gelek tên min bi xuwazin
Daybabên min na razin
Çav dane Zêr û pera
Dê min bzor din Zordarin
####
Tama vînê nizanin
Her perde lser çavanin
Mejkê wan pir jengîye
Lewra ew dil kovanin
####
Çend bêjin gotina ew
Neşên duyrkin dila ew
Pêta evînê lawo
Kefte can û cerga lew
####
Kurdistan<<<>>>Duhok 18.03-1986
Bengîn Sulîvanî
Facebook
Twitter
LinkedIn
Email
Scroll to Top