Agirê Newrozê
Bira hilkin Agira
Tev şemalk û fenera
Geşbikin lhemî dera
Newroz cejne lKurdistan
¤¤¤
Vîna agirê newroz
Lpîr û lawa tev pîroz
Asingerî kire doz
Bijîn millet peristan
¤¤¤
Şivanê me lber pezî
Rezvanê me lnav werzî
Cotyarê me blez bezî
Agir hilkirin hestan
¤¤¤
Ev deme dema Welat
Agirê Newroz helat
Em tevde pêt û şewat
Dê sojîn pir zordestan
¤¤¤
Dengê xorta pir bilind
Herişandin tev dirind
Dest helandin lşar û gund
Bijikandin bendîxan
¤¤¤
Newrozê bêhin didin Gul
Jêre şeydane Bilbil
Awaza dxwînin ji dil
Newroz deng daye lCîhan
¤¤¤¤¤
Bengîn Sulivani
¤/Bajêrê Sêmêl- Duhok- Kurdistan 27.01–1985
¤/Honermendê pêşmerge kak Hesen Şerîf kirîye stiran
di kasêta xwe ya duwan de -2-sala 1986ê.
¤/Derçoye di rojnama Hawkarî de li 27.03–1986, jimara 833