Azadî
Azadî ronahîye
Jzincîran cudahîye
Me hemya ew daxuwaze
Millet pê serferaze
¤¤¤¤
Behayê wê girane
Xuyna canê gencane
Jbo Azadîya jaran
Xuwyn tête xuwar wek barn
¤¤¤¤
Ya buye cok û cobra
Navbaxçada tête xuwar
Ya bxuwynê tête avdan
Dara Avîn û Jîyan
¤¤¤¤
Boye nîşan û Ala
Li Vêtnam û Angola
Koba tuyî Cegerxuwyn
Rojên giran bune jîn
¤¤¤¤
Zanîn û bîr û bawer
Em hemî dê bîn perwer
Karwan maye lhuyvya me
Rêk û rêbaz dane me
¤¤¤¤
Gelo boçî paşve mayn
Ma azîdî xuwaz neman?!!
Lberxuwe bide bo jîyan
War ne mînit bê xudan
¤¤¤¤
Nexuweşîya çend salan
Rabin derkin van derdan
Çend pîsekên qirêjî
Wan nehêlin hêşta zuy
¤¤¤¤
Eve destpêka min Hozan vehînay (Yanî eve Hozana min ya hera pêşîye)
14.01-1984 Sêmêl / Kurdistan. Hatîye stirandin ji.
Bengîn Sulîvanî