Dayka min
Çi bêjim
Dayka min
Çibêjim!!
Nirîna gurga li şînwara
Bilind bu
Xuwarin goştê leşê
Mirovan
Evro ax û oxîn
Lser lêva di barin
Di barin
  xxx
Çibêjim
Dayka min
Çibêjim
Gurgên dev jehremar
Dev bi grdena te
Alhandin
Zarokên li ber sîng û berên te
Rakirin
ReÅŸperde
Li ser ser û çavan werkirin
Li bin sîbera sêpêkan dirêjkirin
Dayka min
Dayka min.
     xxx
Dayka min
Li kîjan welatî…
Çêbuye
Reşekên
Mîrdizî
Kurê te…
Delalê bê tawan
Li pêş çavên te kovandarê                                                                           Â
gulebaran bikin
Dayka min
Dayka min.
     xxx
Çi bêjim
Dayka min çi bêjim
Hindî dirêjbin ser
Li ber darê zulmê
Hindî bête xuwarin
GoÅŸtin xudan bawer
Hindî kilox bi kevin hev ser
Ji rêka bizavê
Çûcar şoreger naçine der
Dayka min
Dayka min.
  xxx
Bi omêdim
Dayka min
Li welatê Cangorîyan
Dê gêrîn ahingên
Azadî û serxwebunê
Ahingên yasa û wekhevbunê
Çunema
Rizgardibin zaro
 Ji sêdaran
Ji devê tev dehbe û hovan
Dê bîte seyran li şînwaran
Dayka min
Dayka min.
xxx
 Gundê Asîhê 20.02–1985
Bengîn Sulîvanî