Evîna Xaka Welatî
Welatê min
Ey canê min
Evîna te ji hemî evîna bhêztire
Dijwar tire
Pir şeng tire
Ava tire
Dayê evîna Welatî
Dilê minde
Wekî roja geş helatî
Geş û her dê mînîte geş
Çend ba û barove rabin
Çend ewrên tarî peyda bin
Evîna te
Di dilê minde avaye
Pir behaye
Xaka minî
Warê minî
Dê te parêzim ey Welat
Tu Derya Evîna minî
Bte şanazim
Her şahî û govenda minî
Xwîna sor bo te dê rêjim
Sersal û seyrana minî
Welatê min
Welatê min.
XXXXX
19.03-1985 – Sêmêl / Bengîn Sulivani