Ey Pêşmerge

Ey pêşmerge

Ey lawê me
yê pêşmerge
 gorîkerê tim renckêşan
Dîroka te
ya bi zenge
qed berzenabîtin ezman
<<<>>>
Ev Navê te
Pir şêrîne
pêşmergêyê rojên giran
Ev Neqşê te
Pir zêrîne
Bilbilê min hey ez heyran
<<<>>>
Gelek Hişyar
 Û xuwe ragir
Her sozdarê doza welat
Ho Rêvîngê
Her bi dezgir
Toy evîndarê deşt û lat
<<<>>>
Te Evroke
Ceng kire ber
Ey ronahîya van çavan
Tuy kilîla
 Dergehê me
Ho xebatgêrê Kurdistan
<<<>>>
Tuyî şêrê
 Çîyayên me
 te pîrozbîtin tim ew rav
Nê her tuyî
Ev berxuwedan
 Omêda li ser ser û çav
<<<>>>
Azadîyê
Tim di xwazî
Tu yî yê dijî zulm û zor
Herdem tu yê
Serferazî
Ji rengê te ye Gula Sur
<<<>>> 
Bengîn Sulivani
10.12-1988 kampa Qiziltepe / Mêrdîn- Bakurê kurdistanê
Facebook
Twitter
LinkedIn
Email
Scroll to Top