Gazîyek
Rabin dil buye birîndar
Ez dinalînim hey hewar
Cerg û hinav lmin hatin xuwar
Qêrî û gazî mam bendewar
xxxx
Van sitemkarên dil gemar
Raste wan xuyn gelk vexuwar
Ma çi gunha çîna hejar
Tev karkerin mane bêzar
Xxxx
Werin hevalîno bi dijwar
Rêya bevîn lat û zinar
Deşt û Çîyayê bdar û bar
Hemu mêtgin lnavda Çinar
Xxxx
Rabin em rêncber û cotyar
Zevyê bkêlîn nabit beyar
Dest rahêlîn zo bikîn kar
Millet hemo bun bextîyar
Xxxx
Çend hebin asteng û sêdar
Her dê xurîn dijî neyar
Gelê meyê buye şîyar
Jrêbaza xuwe naêne xuwar
Xxxx
KURDISTAN <<<>>>Duhok 27.08–1984
Li 15.11–1984-ê li Rojnama Hawkarî jimare 762 hindek parçe hatine belavkirin û herwesa li sala 1984-ê li Govara Pêşeng li Dîmeşqê hate belavekirin.
¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤