Gemara Hozayetî
Rêncberîno
Karker û cotyarên hêja
Jvan qeyd û zincîrên
Hozayetî xuwe bikin rizgar
Çend çerxên tarî lme borîn
Ji temara…
Xewa giran…
Nebîn şîyar
Dest bidin destê biratî
Wek hevî, dabîn bextîyar
Eve çende em di bêjîn
Kirên berbî kezeba me
Cerg biriştin
Gemarîya…
Sitemkarîya….
Hozayetî…
Kerb û kîne û her xiwîn mijîn
Nine govend …
Jblî tazîn!!!!!
Hevalîno…
Karkerîno….
Lezbikin da biçîn kargehê
Da zaro nemînin rîs û…
Xuwas û birsî
Cotyarîno
Da çav bidîn ……
Xaka zêrîn……
Lme direnge
Dest bidin hev
Rewşa buharê pir şenge
Govenda me….
Va nêzîk bu….
Zehmetkêşîno…
Da bgrîn ………
Em dîlanê….
Evro bdenge
Êdî bese, bese…
Hozayetî….
Ev ruylatî
Bese êdî….
Xulametî
Jxewa xewan şîyarbibin
Rêka tenge….
Bar girane….
Pêşveçon rêka merdane
Da bgehîn taca welatî
Da bgehîn taca welatim
Ew armanca….
Rêvîngaye
Bese, bese …
Hozayetî….
Mal wêranî
Mal wêranî
XXXXX
Kurdistana başur—Sêmêl 25.09–1984
Bengîn Sulivani