Kiça Kurd

Kiça Kurd

Ez kiçika Arî me
Evîndara lawî me
Dkarê xuweda hevîme
Ez kiçika Arî me
XXXXX
Min heye nav û nîşan
Min heye xaka ciwan
Dîyare lnava Cîhan
Ez kiçika Arî me
XXXXX
Nêrgiza latan ezim
Xabîrê pêlan ezim
Govenda dilan ezim
Ez kiçika Arî me
XXXXX
Pêşrewa rind Welatim
Bîr û bawerve hatim
Tev barut û şewatim
Ez kiçika Arî me
XXXXX
Peyskeka bilind diçim
Dê xuwe brengê Sor vedim
Lasmana dê dengvedim
Ez kiçika Arî me
XXXXX
Were Lawo bciwanî
Bese êdî nezanî
Ez û tu serokanî
Ez kiçika Arî me
XXXXX
Birano em dibînin
Tev yasînka dixwînin
Dvên derda lme barhînin
Ez kiçika Arî me
XXXXX
Nîjadê min jBefrîne
Vaye duya dibîne
Lsed berên reş AXÎNE
Ez kiçika Arî me
XXXXX
Ji Hozanên Bengîn Sulivani
Gundê Asîhê/ Zaxo 25.12-1984
Honermend Hesen Şerîf di kasêta xwe ya yekanda stirandîye
Facebook
Twitter
LinkedIn
Email
Scroll to Top