Li Cem Birayan

Li cem birayan

Lkurdistanê dijîm ez
Evro nelxurbetim ez
Lnav birayan dijîm ez
Her xudan bizavim ez
XXX
Ne leşkerê boş qel
Ne napalm û ne serpel
Ne tîzab û ne xerdel
Qed neşên qirbikin gel
XXX
Divên jte duyrbim gulîstan
Bkê brevînim xema can
Her tuyî bomin dîlan
Bser minda hat zivistan
XXX
Divên bê nasnavbim ez
Divên koledarbim ez
Bê jîyan û jîrbim ez
Pêxuwarina wanbim ez
XXX
Çi tov hizre dvehînin
Bîrên rizî dirijînin
Bila xuwe ne hejînin
Ma nizanin dê mînîn
XXX
Şorşgêrîn aştî xuwaz
Bîr û bawerin derman
Bi yekgrtina tev kurdan
Dê rizgarkeyn Kurdistan
XXX
Bengîn Sulivani
Amed (Dîyarbekir) 05.04-1989
Dengbêj Amed Bamernî kirye stiran di kasêta xuwe ya yekanda.
Facebook
Twitter
LinkedIn
Email
Scroll to Top