Ma neşerme
Roj bo rojê
Goştê leşê
Dayka min
Li bin qamçîyên hirç û hovan
Tête rizîn
Ma neşerme!!
Ma neşerme
Taku nuhe
Xwîna millet
Tête firotin û kirîn
Em yên jwanra buyne mirîd
Mirîdên van şêt û diza
Li ber pêt wan
Xuwe dçemînîn
Leşê wana dgemirînîn
Weka bîha dnav avêde
Di lerizîn
Ma neşerme!?
Ma neşerme
Ka mirovên xudan peyman
Kanî peyman!?
Evroke li gel sîpelên
Baziganîya nemerdre
Xuwe baş baş werpêça û ço
Xuweş kirîn û firotine
Bê êş û jan
Ka Kurdistan
Ka Kurdistan
Ka Kurdistan!!?
Ma neşerme
Bi diravan azadî di sîngê wanda
Hate kuştin
Hate sotin…
Hate sotin
Ma neşerme
Ma neşerme!!
Hevalîno
Ka dê Werin çak bi nêrin
Ev kirasê teng û tarî
Dayîka min
Welatê min
Xezala min
Ketîn têda
Bjar û benî
Şuwîna dirbên doqên qîrê
Leşê xuşkê breş û şînde
Xemilîye
Zaro li ber sîngê dayka min
Hincinandin
Lwelatê min
Kirin nalîn
Leşê xezala min tevde…
Kirin birîn
Ma neşerme
Ma neşerme!!
Ka mirovên xudan bawer
Kanî bawer!!
Ji nav moranê werneder
Roj bo rojê
Pir şenge ser
Yên tên birîn
Yên tên birîn
Ma neşerme
Ma neşerme
Ma neşerme!!
XXXXX
15.04-1986 – Duhok
Bengîn Sulîvanî