Şeva Şevan

Şeva Şevan

Şeva şevan
Reşe ewran
Oyîn lêkdan
Ji bo tevnê par û pêrar
Bo lêda…
Heyva rona
Ronak dibît
Hilm û têhnê
Jê brevînin
Lher çuwar ruwîya
Lêbkin ferman
Şeva şevan…
Da btenahî bi xuwe bgêrin
Ewî aşê
Çep û çîran
Ba û bahur û gujloka
Têkda buye
Serm û seqa
Darêjin nav gulîstanan
Gul û gulçîç
Belg û pişkoj
Jgulîstanan bi werînin
Daweşînin
Lêbkin tofan
Şeva şevan
Heyva geşa perîşanan
Bînahya çavên hejaran
Şev sêzdeye
Berew çardê
Kêferatkir
Xuwe jbin perên moranê
Derbînit der
Da bgirnijît yara çav zer
Tirîva wê
hêdî hêdî
xuwe berda nav reşe ewran
bdengê dijwar
kire fîxan
kuyve dê borînin zêmar
dê lkê kine girî û ferman
lkîj baxçîda
gijloka şêt
dê kin dîyar
lser rahêlin mij û moran
ezim heyva dilîstanan
hurmîna we
dê birhînim
hevbendî lgel roja rojan
dê leylanê
zivirînim
dîyarîme bo dildaran
heyva geşa perîşanan
bînahya çavên hejaran
Bînahya çavên hejaran.
XXXXX
Sêmêl / Kurdistan 27.01–1985
Li govara Pale jimare yek -1- li Ormîyê / Rojhelatê Kurdistanê sala 1987ê derçuye û li nav çendan ahingên Neteweyî da hatîye pêşkêşkirin.
Bengîn Sulivani
Facebook
Twitter
LinkedIn
Email
Scroll to Top