Tuyî GulNesrîn

Tuyî GulNesrîn

Delalê bejna te ji takê helê
Ew çi kirase li wê bejn û balê
Tinê tuyî dilê minda gul nesrîn
Xudana çavên reş gerden bi xalê
XXX
Gerdena te ya mermer û pir delal
Ez jêra dîl û reben ta ev sal
Tuyî xudana wan ruyêt hinarî
Hêrve bîne kuştîyê te me şepal
XXX
Nazdarê da biçîn nav mêrg û Çîya
Dest bide desatan da bgehîn xoşîya
Ez û tu ne du gulên jny buşkivîn
Bilbilên çav li omêd û hîvîya
XXX
Were dernekeve jnav baxçê jînê
Kuyvî nebe bextê te me şirînê
 Bese bese xudana lêvên ciwan
Were da bideyn rê karwanê vînê
XXX
Bêtîvana nazik li hîvya me ye
Zîna evîndar çav li rêya me ye
Hat demê veguhastina zerîyê
Rabe gulê dengê zirnêya me ye
XXX
11.04-1985- Duhok
 Honermend Hesen Şerîf stirandîye di kasêta xuwe ya yekanda li sala 1985ê.
Bengîn Rojanî
Facebook
Twitter
LinkedIn
Email
Scroll to Top