Veguhaztin

Veguhaztin
Êvar bu nazenîna min
Tu jmin birî
Tu revandî
Roja ronî xwe da xwarê
Ev çi ewre!!
Ho yê giran
Buye baran
Buye befir
Ev dîwarê ez li berde
Çi bu neyar
Dujminek har
Zordarî bu şirîna min
Tu jî birî
Wêran kirî
Malxwê malê tu firotî
Buhara min
Çavreşa min
Xwîna te her tête mêtin
Ez bendewar
Şirîn bêwar
Şirîna min lte bazare
Lmin haware
Dil bi daxe
Can bi kule
Jîn pir xeme
Îro firotî bi dirav
Derbeder mam
Şirîna min
Veguhaztin torîna min
Ji min standin
Warê vîna min
Warê jîna min
 XXXXX
06-10-1984 Sêmêl – Kurdistan
Bengîn Sulivani
Facebook
Twitter
LinkedIn
Email
Scroll to Top