Vîyan û ne vîyan
Dilbera min
Hobî evîn?!
Ji bo bejna te
Ez her tim gerham û gerham
Dest û pê lmin pir kelişîn
Min her di got ev çunîne
Ev çunîne?!
Dema vegerham cem yarê
Dê bwan desta
Birînên min
Çak dermankit
Bi wan lêva her dê gezit
Ta ku saxkit!!
Lê belê min ne di zanî!!
Evîna dilê te hinde pîre!!
Dê min hêlî
Bwan janave
Heta dwîpşk û koremar
Bi wan didanêt jehrîve
Dev bavên kanya xwîna min
Her bi mêjin
Her bi gezin!!
Her bi gezin
XXXXX
Qayîl nebun
Bi vê çendê
Rabîn bi dilê min vedan
Kirin birîn
Kirin birîn!!
XXXXX
Ger bawer nekin
Werin sehkin
Dewsa bi xwîn
Jlêhboka re
Jbekrokare
Ya buye yarî û pêkenîn
Ya buye yarî û pêkenîn
XXXXX
Hey lê canê
Rêk min da te
Tu rêka min
Evro berde
Ew çend sal bûn
Li benda te!!
Soz û peyman jtere dabû
Evîna me
Bi şarhînim
Da tewafkim
Gerdena te
Gerdena te!!
XXXXX
Belê nûhe
Evîna te bkûl û derde
Bkûl û derde!!
Rabe rêka min tu berde
Evro rêka min tu berde!!
Êdî bese…
Bese!!
XXXXX
Çima canê
Tu dleyîzî?!
Êdî te çi ji min di vêt?!!
Te çi di vêt?!!
Careka din min bxapînî?!!
Wêve jkwîve
Kevne yarê
Bese… bese
Ev tevnêt te bi yek carê
Bi yek carê
XXXXX
Baş min zanî
Buhara dilê te pîre
Ew evîna min di vêtin
Lê şîn nabît
Lê şîn nabît
Evroke tu ya di xûrî
Bi begleran û bi mîra
Axir her di destpêkê de
Min gote te
Ezim ez kurê cotyara!!
Êdî bese evîna te
Evîna te gelek pîre
Rabe here bi xwe bgere
Lbeg û mîra lbeg û mîra
XXXXX
Sêmêl – Kurdistan 15.09-1984
Bengîn Sulivani