Welatê min
Welatê min bax û rez
Va hatim te blez û bez
Can gorîyê Te me ez
Welatê min welato
XXX
Welato kanya zêrîn
Kevî û şaxên pir befrîn
Lat û zinar xem revîn
Welatê min welato
XXX
Pir silavên germ û gor
Jdengê çalaka lsinor
Bo te li gel xuwîna sor
Welatê min welatî
XXX
Welatê jîn û evîn
Rengê teye Hindirîn
Hem Zozik û hem Hemrîn
Welatê min welato
XXX
Tuyî kerkuk û Şingal
Pir geş û rind û delal
Pêşrewîn em sal bi sal
Welatê min welato
XXX
Welatê min bte dxurim
Li hawîr Te dzivirim
Serê Dujmina dbirim
Welatê min welato
XXX
19.11-1985 – Sêmêl
Bengîn Sulîvanî